Mîran Janbar

15 Eylül 2020 Salı 16:00-16:30

Di Wêjeya Kurdî De Honaka Zanistî

Mîran Janbar

Şenlik

Xeyalkirin… Ku ev qabilîyet ji mirov were stendin em bi hêsanî dikarin bêjin ku mirov ne mirov e êdî.

Mîran Janbar ji xeyalan pirr hez dike û dixwaze her kes bi xeyalên wî re bibin heval. Li gor Mîran Janbar her mirov di zarokatîya xwe de vê qabilîyeta xeyalkirinê derdixe asta herî bilind. Lê her ku temen mezin dibe qels dibe, herî dawî têk diçe ev qabilîyet. Mîran Janbar bo xeyal têk neçin tê dikoşe. Bi pirtûka xwe ya “KAPTANÊ MIRINÊ” jî xwestîye vê yekê bike. Çîrokên vê pirtûkê hevaltî bi xeyalên mirovan re dike û dike ku mirov li cîhana xwe yî hundirîn gerdûneke nû ava bike.

Mîran Janbar: Romannûs û çîroknûs. Li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997an de, li Zankoya Dîcleyê, Beşa Matematîkê qedandîye. Janbar, di nava qonaxên xwe yên nivîskarîyê re, heta sala 2004an, bo demeke dirêj bi kar û barên şanoyê mijûl bûye û di nava gelek komên şanoyê yên curecur de derhênerî, lîstikvanî û karê nivîsandina deqên şanoyê kiriye. Nimûneyên berhemên Janbar, ji navîna salên 90’î û pê de, di kovarên wêjeyî yên wekî Jîyana Rewşen, Rewşen-Name, Kovara W û gelekên din de hatine weşandin. Mîran Janbar her wisa bi karê weşangerîyê jî rabûye û yek ji damezirînerên Weşanxaneya Lîsê ye, ya ku di sala 2004an de li Amedê hate damezirandin. Janbar niha li Amedê dijî û hewl dide berhemên Honaka Zanistî û Fantastîk li edebîyata Kurdî zêde bike.

Berhemên wî yên çapbûyî:
Ardûda, roman, 2004, Amed, Lîs
Azad, kurteçîroka bo zarokan, 2006, Amed, Lîs
Qolyeya Cécileê, roman, 2012, Amed, Lîs
Kaptanê Mirinê, çîrok, 2019, Amed, Lîs

Etkinlik dili Kürtçedir. YouTube üzerinden ilk gösterim. İzlemek için yayın başlangıç saatinde linke tıklayınız.


Öğrenci
Mezun
Evet
Hayır