17 Ekim 2026 Cumartesi 19:00-19:40

Sokratesê Serdema Me: Îsmaîl Beşîkcî

Îbrahîm Gurbuz

Moderatör: Salih Kevirbirî

Sohbeta Pirtûkê

Jiyaneke ku ji bo Heqîqetê hatiye terxankirin, Rêwîtiyeke Têkoşîneke Birûmet. Ji zimanê tirkî bo zimanê kurdî (kurmancî)ji aliyê Salih Kevirbirî ve hatiye wergerandin û ji aliyê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve hatiye çapkirin, berhema bi navê "Sokratesê Serdema Me: Îsmaîl Beşîkcî", ne tenê bîografiyeke ji rêzê ye; ew belgerayîneke lêgerîna heqîqetê ya bêgavî, wêrekiya zanistî û helwesteke wijdannasiyê ya ku zêdetirî nîv sedsalê berdewam kiriye. Nivîskar Îbrahîm Gurbuz, di nava ronahiya têkoşîna ku ji salên 1990î ve mil bi mil bi Îsmaîl Beşîkcî re meşandiye, rêyên ku bi hev re birine û şahidiyên wan ên zindanê de, cîhana ramanî ya Beşîkcî bi çavekî gerdûnî digire dest. Di vê berhemê de Beşîkcî; bi wêrekiya Sokrates a ku serî li ber zordaran netewand, bi berdêlên ku Giordano Bruno di riya heqîqetê de da, bi felsefeya Frantz Fanon a li dijî kolonyalîzmê û bi helwesta rewşenbîrî ya Jean-Paul Sartre re tê berawirdkirin û wekî ramyarekî gerdûnî tê nîşandan.

Hûn bi xêr hatin sohbeteke berfireh ku nivîskarê pirtûkê Îbrahîm Gurbuz û wergêrê pirtûkê Salih Kevirbirî dê li ser fikriyat, sosyolojî, lîteratur û keda Beşîkcî ya di warê Kurdolojiyê de bikin!

Îbrahîm Gurbuz: Di sala 1955an de li gundê Qizil ê girêdayî navçeya Sarîqamîşa Qersê ji dayik bûye. Di sala 1961ê de bi malbata xwe re ji Qersê koçî Îzmîr/Tireyê kir. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Tireyê, ya lîsansê jî di sala 1979an de li Beşa Endezyariya Kîmyayê ya Zanîngeha Anadoluyê qedand. Di sala 1979an de li Lîseya Sivas Atatürkê wekî mamosteyê kîmyayê û li pey re salekê li Laboratuvara Restorasyon û Konservasyonê ya Muzeya Arkeolojiyê ya Stenbolê wekî endezyarê kîmyayê yê konservator xebitî. Bi hatina darbeya 12ê Îlona 1980î re ji erka xwe ya li Muzeya Arkeolojiyê îstifa kir û xwe da ber têkoşîna siyasî. Çar salan di zindanên 12ê Îlonê de ma. Di sala 1985an de hat berdan. Di sala 1991ê de bi komek hevalên xwe re "Navenda Çanda Mezopotamyayê" (NÇM) ava kir. Sê sal û nîv serokatiya NÇMê kir. Di sala 1992an de bi Musa Anter, İsmail Beşikci, Feqî Hüseyin, Cemşid Bender, Yaşar Kaya, Abdurrahman Dürre û Süleyman İmamoğlu re Enstîtuya Kurdî ava kir. Di navbera salên 1991-1995an de di xebatên avakirina Weqfa Çanda Kurdî, Weqfa Çanda Mezopotamyayê û Weqfa Şêx Seîd de cih girt (lê ev saziyên hanê tescil nebûn). Di sala 2004an de dîsa bi komek hevalên xwe re "Yaşam Radyo" ya ku bi yanzdeh zimanan weşanê dike, ava kir. Ew yek ji damezrînerên Weqfa İsmail Beşikci ye û niha jî serokatiya wê dike. Heta niha yanzdeh pirtûkên wî û pirtûkek wî ya hevpar a bi İsmail Beşikci û Celal Temel re hatine weşandin.

Salih Kevirbirî: Sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Di gelek kovar, rojname û malperan de nivîsiye û berpirsiyarî kiriye. Ji ber karê rojnamegeriyê gelek caran doz lê hatiye vekirin, ceza xwariye û ketiye girtîgehê. Xwediyê bêhtirî
10 kitêban e ku bi Kurdî û Tirkî derketine. Kitêbên wî li Tirkî, Farsî û Almanî  hatine wergerandin. Herwiha wî bixwe jî gelek berhem ji Tirkî kirine Kurdî û ji Kurdî kirine Tirkî. Bi salan e ku li ser Kurdên Sovyeta Berê lêkolînan
dike û dinivîse. Derbarê Kurdên Sovyeta Berê de nêzîkî 40 fîlmên dokûmenter çêkirine. Salih Kevirbirî ku sê dewran rêveberiya PENa Kurd kiriye; Endamê PENa Kurd, Endamê PENa Navneteweyî û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Kevirbirî her wiha Endamê Lijneya Birêveber a Weqfa
Îsmaîl Beşîkcî ye. Kitêbên wî: Filîtê Quto-20 Kilam 20 Qewimîn, Bir Çığlığın Yüzyılı Karapetê Xaço, Gera Pênûsê, Bir Dunya Ozanı Şivan Perwer, Qêrîna Sedsalekî Karapetê Xaço, Filîtê Quto-Yirmi Olay Yirmi Kilam, Hevîrtirş, Teyîba Min. Kitêbên ku wergerandine Kurdî: Büyük Dağda Küçük Köy (Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk-Orhan Çelik), İçsel Yol (Riya Hundirîn-Gülsen Gülbeyaz), Rahmanın Adaleti (Edaleta Rehman-Niyazi Bayramoğlu), Ağrı Dagı Efsanesi
(Efsaneya Çiyayê Agiriyê-Yaşar Kemal) Yılanı Öldürseler (Xwezî Marê Bikujin-Yaşar Kemal), Tek Kanatlı Bir Kuş (Çivîkeke Yekbask-Yaşar Kemal), Çağımızın Sokratesi İsmail Beşikci (Sokratesê Serdema Me Îsmaîl Beşîkcî-Îbrahim Gurbuz) û çend kitêbên teolojîk ji Tirkî wergerandine Kurdî.

***

İsmail Beşîkcî: Hakikate Adanmış Bir Ömür, Onurlu Bir Mücadele Yolculuğu Kürtçeye (Kurmançî) çevrilerek İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları (Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî) tarafından yayımlandı: Sokratesê Serdema Me: Îsmaîl Beşîkcî. Bu eser, yalnızca biyografik bir çalışmanın ötesinde; yarım asrı aşan tavizsiz bir hakikat arayışının, ilmi cesaretin ve sarsılmaz bir vicdan duruşunun belgesidir. Yazar Îbrahîm Gurbuz, 1990’lı yıllardan bu yana İsmail Beşîkcî ile omuz omuza yürüttüğü mücadelenin, paylaştığı yolların ve zindan tanıklıklarının ışığında, Beşîkcî’nin düşünce dünyasını evrensel bir perspektifle ele alıyor. Eserde Beşîkcî; Sokrates’in boyun eğmez cesareti, Giordano Bruno’nun hakikat uğruna göze aldığı bedeller, Frantz Fanon’un sömürgecilik karşıtı felsefesi ve Jean-Paul Sartre’ın entelektüel duruşu ile mukayese edilerek küresel bir entelektüel olarak konumlandırılıyor.

Beşikci’nin fikriyatını, sosyolojisini, literatürünü ve Kürdoloji’ye katkılarını ele almak üzere kitabın yazarı İbrahim Gürbüz’le, Salih Kevirbirî'nin yapacağı kapsamlı bir sohbete davetlisiniz.

İbrahim Gürbüz: 1955 yılında Kars’ın Sarıkamış ilçesi’nin Kızıl köyünde doğdu.1961 yılında Kars’tan İzmir/Tire’ye ailece göç etti. İlk, orta ve liseyi Tire’de, Anadolu Üniversitesi Kimya Mühendisliğini 1979’de bitirdi.1979 yılında Sivas Atatürk Lisesi’nde Kimya öğretmenliği ve akabinde bir yıl İstanbul Arkeoloji Müzesi’nde Restorasyon ve Konservasyon Laboratuvarı’nda konservatör Kimya Mühendisi olarak çalıştı.12 Eylül 1980 darbesinin gelmesiyle birlikte Arkeolojideki görevinden istifa ederek siyasal mücadeleye atıldı. Dört yıl 12 Eylül zindanlarında yattı. 1985’de tahliye oldu. 1991’de bir grup arkadaşıyla Mezopotamya Kültür Merkezi’nin kuruluşunu gerçekleştirdi. Üç buçuk yıl MKM Başkanlığı‘nı yaptı. 1992 tarihinde Musa Anter, İsmail Beşikci, Feqi Hüseyin, Cemşid Bender, Yaşar Kaya, Abdurrahman Dürre ve Süleyman İmamoğlu’yla birlikte Kürt Enstitüsü’nü kurdu. 1991-1995 arası tescilleri gerçekleşmeyen Kürt Kültür Vakfı, Mezopotamya Kültür Vakfı ve Şeyh Sait Vakfı kuruluş çalışmalarında bulundu. 2004 yılında yine bir grup arkadaşıyla on bir dilde yayın yapan Yaşam Radyo’yu kurdu. İsmail Beşikci Vakfı kurucularından olup halen başkanlığını yürütmektedir. Şu ana kadar yayınlanmış 11 kitabı, İsmail Beşikci ve Celal Temelle birlikte ortak bir kitabı mevcuttur.

Düzenleyen: İsmail Beşikci Vakfı Yayınları. Yer: Kıraathane 5. kat.


Öğrenci
Mezun
Evet
Hayır