17 Ekim 2026 Cumartesi 13:00-13:40
Dengê Helbesta Kurdî
Rêbîn Ozmen, Ferhat Yaşar
Moderatör: Melek Çalan
Sohbeta Pirtûkê
Helbesta kurdî, ne tenê edebiyateke ku şahidiya serdema xwe dike; di heman demê de qadeke çalak e ku estetîka xwe, zimanê xwe û poetîkaya xwe bi berdewamî saz dike. Kitêba dawî ya Çayan Okuduci “Dengê Helbesta Kurdî” ku ji nav weşanên Lîsê derketiye, helbestê ji xwe re dike navend û li dû şopên bîr, nasname, têkoşîna hebûnê û berxwedêriya helbestê diçe. Ji ber vê yekê ji hêla geşedana helbesta kurdî ve rexne, ne mekanîzmayeke ku li derveyî wê helbestê ye, ew hewldaneke afirîner e ku bi helbestê re difikire û wê vediguhere ye.
Yek ji kêşeyên bingehîn ên rexneya helbesta kurdî, şikandina wê adetê ye ku helbestê tenê li ser naveroka wê ya polîtîk dinirxîne. Ziman, wêne, rîtm, form, resenî û pêwendiya helbestê ya bi cîhanê re jî divê bibin mijara rexneyê. Lewma helbesteke xurt, ne tenê bi tiştê ku dibêje, bi awayê gotina xwe jî heye û ava dibe.
Ya ku îro em hewcedarê wê ne; ne ew rexne ye ku helbestvan diparêze an jî mehkûm dike, ne jî ya reş û spî ye; çandeke rexneyê ya wisa ye ku helbestê bi xwe cidî digire. Damarên cuda, nifş û lêgerînên estetîk ên helbesta kurdî di nava xwe de bi hemû wizeya xwe didomin û diyar e ku di pêvajoyeke nîqaşê re derbas dibe; nirxandin û şirovekirina helbestê ne li dijî hev, belkî di qadeke hizra rexneyî ya ku hev zêde dike de, û di dawiyê de nîşandana cewherê wê, helwesteke pêşxistinker e.
Dibe ku pirsa sereke ev be: Gava em li ser helbesta kurdî diaxivin, em bi rastî çiqasî behsa helbestê dikin? Di vê çalakiya ku dê Melek Çalan moderatoriya wê bike de; bi beşdariya Ferhat Yaşar û Rêbîn Ozmen, ligel “Dengê Helbesta Kurdî” em ê hinekî jî bikevin pey şopa vê pirsê.
Rêbîn Ozmen: Wergêr û êdîtor e. Salên dirêj bo dûblajê gelek fîlm wergêrandin û di dûblaja wan de cih girt. Herwiha ji bo televîzyonan gelek bernameyên aktûel çêkirin, pêşkêşvanî kir. Edîtoriya kitêbên kurdî û tirkî kir. Niha jî wekî rojnameger û edîtor kar dike û herwiha li Stenbolê Medya Kitabevi bi rê ve dibe.
Ferhat Yaşar: Sala 1991an li Îdirê ji dayik bûye. Zanîngeha Aydinê ya Stenbolê beşa Rojnamegeriyê dawî kiriye. Ji 2019an de li Gazete Duvar’ê dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî Gazete Duvar 12ê Adarê hat girtin, bê kar ma. Niha wekî freelance dixebite..
Melek Çalan: Endezyariya Elektrîk û Elektronîkê, wêjehez.
***
Kürt şiiri, yalnızca yazıldığı dönemin tanıklığını taşıyan bir edebiyat değil; aynı zamanda kendi estetiği, dilini, poetikasını kurmaya devam eden canlı bir alan. Lîs Yayınlarından Çayan Okuduci’nin son kitabı Dengê Helbesta Kurdî merkeze aldığı üzere şiirin hafızasını, kimliğini, varoluş mücadelesini, direnişinin izlerini sürüyor. Bu nedenle Kürt şiirinin gelişimi açısından eleştiri, şiirin dışında duran bir yargı mekanizması değil, şiirle birlikte düşünen ve onu dönüştüren yaratıcı bir uğraştır.
Kürt şiirinde eleştirinin temel meselelerinden biri, şiiri yalnızca politik içeriği üzerinden değerlendirme alışkanlığını kırmaktır. Şiirin dili, imgesi, ritmi, biçimi, özgünlüğü ve dünyayla kurduğu ilişki de eleştirinin konusu olmalıdır. Çünkü güçlü bir şiir, yalnızca ne söylediğiyle değil, nasıl söylediğiyle de var olur.
Bugün ihtiyacımız olan, şairi koruyan ya da mahkûm eden değil, siyah beyaz hiç değil, şiiri ciddiye alan bir eleştiri kültürüdür. Kürt şiirinin kendi içindeki farklı damarları, kuşakları ve estetik arayışları tüm enerjisiyle devam ediyor, tartışılmalı bir süreçten geçildiği ortada; şiir birbirine karşı değil, birbirini çoğaltan bir eleştirel düşünce alanı içinde değerlendirmek, çözmek ve en nihayetinde ne olduğunu göstermenin tavrı geliştiricidir.
Belki de asıl soru şudur: Kürt şiiri üzerine konuşurken şiiri gerçekten ne kadar konuşuyoruz? Melek Çalan'ın moderatörlüğünde gerçekleşecek bu etkinlikte; Ferhat Yaşar ve Rêbîn Ozmen'in katılımıyla, Dengê Helbesta Kurdî'nin eşliğinde biraz da bu sorunun peşine düşüyoruz.
Rêbîn Özmen: Çevirmen, editör. Dublaj için birçok film ve dizinin çevirisini yaparak dublajında yer aldı. Aynı zamanda televizyon için çok sayıda aktüel program yaptı, sunuculuklarını üstlendi. Türkçe ve Kürtçe birçok kitabın editörlüğünü yaptı. Şimdi de gazeteci editör olarak çalışıyor ve aynı zamanda Medya Kitabevi’nde çalışmalarını sürdürüyor.
Ferhat Yaşar: 1991 yılında Iğdır’da doğdu. İstanbul Aydın Üniversitesi Gazetecilik Bölümü mezunu. 2019’da Gazete Duvar’da muhabir olarak çalışmaya başladı. Gazete Duvar 12 Mart 2025’te kapandıktan sonra serbest gazeteci olarak çalışmaya başladı.
Melek Çalan: Elektirik elektronik mühendisi, edebiyat sever.
Etkinlik dili Kürtçedir.
Düzenleyen: Lîs Yayınevi. Yer: Kıraathane 5. Kat.