12 Ekim 2026 Pazartesi 17:00-17:40

Wergerên Kurdî yên kitêbên Yaşar Kemal

Axavtvan: Salih Kevirbirî

Moderatör: Nihat Gültekin

Sohbeta Pirtûkê

Nûbihar, xwendevanên wêjeyê vedixwîne guhdarîkirina geşepêdaneke taybet û kûr a li ser cîhana Yaşar Kemal.

Salih Kevirbirî yê ku sê romanên navdar ên Yaşar Kemal (Efsaneya Çiyayê Agiriyê, Xwezî Marê Bikujin û Çivîkeke Yekbask) wergerandine kurdî, li ser xebat, afirînerî û zehmetiyên vê pêvajoyê diaxive.

​Rûniştina li Kiraatxaneyê wê balê dikişîne ser mijarên bingehîn ên werger û wêjeyê, pêvajoya wergerê, çêbûn, qonax û serpêhatiya wergerandina sê berhemên Yaşar Kemal ji bo zimanê kurdî.

​Zimanê Yaşar Kemal: Dewlemendî, zengînî û taybetmendiyên hevok, motîf û şêwaza hostayê mezin.

​Zehmetiyên Wergerê: Asta astengiyan di encama lihevhatina zargotin, çand û zimanê devkî de û riyên çareseriyê yên di wergerê de.

​Hûn hemû bo vê sohbet û nirxandina kûr a li ser Kurdiya Yaşar Kemal û serpêhatiya wergerê vexwendî ne.

Salih Kevirbirî: Sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Di gelek kovar, rojname û malperan de nivîsiye û berpirsiyarî kiriye. Ji ber karê rojnamegeriyê gelek caran doz lê hatiye vekirin, ceza xwariye û ketiye girtîgehê. Xwediyê bêhtirî 10 kitêban e ku bi Kurdî û Tirkî derketine. Kitêbên wî li Tirkî, Farsî û Almanî  hatine wergerandin. Herwiha wî bixwe jî gelek berhem ji Tirkî kirine Kurdî û ji Kurdî kirine Tirkî. Bi salan e ku li ser Kurdên Sovyeta Berê lêkolînan dike û dinivîse. Derbarê Kurdên Sovyeta Berê de nêzîkî 40 fîlmên dokûmenter çêkirine. Salih Kevirbirî ku sê dewran rêveberiya PENa Kurd kiriye; Endamê PENa Kurd, Endamê PENa Navneteweyî û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Kevirbirî her wiha Endamê Lijneya Birêveber a Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ye. Kitêbên wî: Filîtê Quto-20 Kilam 20 Qewimîn, Bir Çığlığın Yüzyılı Karapetê Xaço, Gera Pênûsê, Bir Dunya Ozanı Şivan Perwer, Qêrîna Sedsalekî Karapetê Xaço, Filîtê Quto-Yirmi Olay Yirmi Kilam, Hevîrtirş, Teyîba Min. Kitêbên ku wergerandine Kurdî: Büyük Dağda Küçük Köy (Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk-Orhan Çelik), İçsel Yol (Riya Hundirîn-Gülsen Gülbeyaz), Rahmanın Adaleti (Edaleta Rehman-Niyazi Bayramoğlu), Ağrı Dagı Efsanesi (Efsaneya Çiyayê Agiriyê-Yaşar Kemal) Yılanı Öldürseler (Xwezî Marê Bikujin-Yaşar Kemal), Tek Kanatlı Bir Kuş (Çivîkeke Yekbask-Yaşar Kemal), Çağımızın Sokratesi İsmail Beşikci (Sokratesê Serdema Me Îsmaîl Beşîkcî-Îbrahim Gurbuz) û çend kitêbên teolojîk ji Tirkî wergerandine Kurdî.

Nihat Gültekin, Sala 1971ê de li gundê Girberanê yê bi ser navçeya Bazîdê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Girberanê, dibistana navîn û amadeyî jî li Bazîdê xwendiye. Piştî xwendina xwe du salan (1989-1991) li gundên Bazîdê mamostetiya wekîl kiriye. Li Bazîdê di Komeleya Ehmedê Xanî de (Ehmedê Xanî Kültür ve Aydınlanma Derneği) sê salan serokatî kiriye. Bi Bahar Gültekin û pismamê xwe Mehmet Gültekin re tevayî pênc salan li ser Salnameya Ehmedî Xanî xebitiye û pênc pirtûk çap kirine. Di hin rojname û kovaran (Özgür Gündem, Yeni Özgür Politika, Doğubayazıt Halkın Sesi, Dilop, Kürt Tarihi, Kırık Saat, Kurdistan Chornicle) de nivîsên wî û di Kovara Nûbiharê de jî bi rewşenbîr û nivîskarên Sovyeta berê re hevpeyvînên wî weşiyane. Wekî din di qada înternetê de jî nivîsên wî di malperên bianet.org, Kurdaraştırmaları û bernamegeh. org de hatine weşandin. Nihat Gültekin heman demê çêker û derhênerê sê belgefîlmên derheqa şahidên komkujiya Geliyê Zîlan bi navê “Tahir Nas, Esmanê Sor û Dîware Me Jî Hilweşandin” jî ye. Nihat Gültekin, Endamê PENa Kurd e û Endamê PENa navnetewî ye. Bi navê Rûbar Agirî kurekî wî heye. Nivîskar ji meha Gulana sala 2014an vir ve li Stenbolê dijî.

Berhemên Wî: Bazid-Cizre Buluşması, Belge, 2008, Barışa Adanan Bir Yaşam 1, Belge, 2009, Barışa Adanan Bir Yaşam 2, Belge, 2012, Salnama Ehmedê Xanî 2009, Belge, 2010, Salnama Ehmedê Xanî 2010, Belge, 2011, Salnama Ehmedê Xanî 2011, Belge, 2012, Salnama Ehmedê Xanî 2012, Belge, 2013, Salnama Ehmedê Xanî 2013, Belge, 2014, Kilam û Pênûs, Wezîrê Eşo, Lîs, 2018, Jîyaneke Li Pey Zanyariyên Kurdî Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl, Lîs, 2019, Tahir Nas- Şahidekî Komkujiya Geliyê Zîlan, Lîs, 2020, Esmanê Sor- Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, Doz, 2022, Dîwarê Me Jî Hilweşandin- Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, Doz, 2023, Salnama Ehmedê Xanî, 5 Cild (set) Doz, 2024, Gotin Sar Bû- Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, Doz, 2025, Dê Ewledên Xwe Diavêjin - Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, Doz, 2026

Düzenleyen: Nûbihar Yayınları. Yer: Kıraathane 5. kat.


Öğrenci
Mezun
Evet
Hayır